güzel komşum dilemma
taş dahi
uyur benimle güzel komşum
kentin
yalnızları evlerin sardunyaları
üzgün
kırlar uyur uzun ırmaklar dahi
uyudu
mesela aramızda kararan ırak
işgâl edilmiş bir rüyanın haritasında
yağmurda
kırılan sarı ışıklar uyudu
yalandan
sıyrılmış çıplak bıçaklar
maden
ocağında metan ile altı işçi
boyundan
kısa ağacın dalına hatıra
ali de
uyudu rüyamda isa suretinde
mayın
tarlası hayattan kaçan herkes
onyedi
yerinden hançerli munzur ile
düşleri
yaralı insanları sol hayatımın
bir bir
yaralı hayvanları ol kâinatın
uyudu
benimle ezel ile ebedim dahi
uyudu
benimle kahkaha diye o kâbus
israfil
borusu çalmaya geciken çocuk
soldurulmuş
uğur ile kızıltepe uyudu
asuri
sesli zangoç çığlıkları ile laleş
kaçak
tütün kokulu sesiyle babamdı
gece
çatlağından kaçan solgun yıldız
kaldırımda
ayak sesleri ve daha neler
uyudu
benimle güzel komşum ah dahi
ah zaten
uyur benimle güzel komşum
uyurken
sorar ama: aksamsafası dahi
hayat mı
bu sanrı mı; sanki dilemma
duisburg-amsterdam,
2005
cîrana min a bedew dîlemma
kevir jî bi min re
radizê cîrana min a bedew
bêkesên bajêr
sardonyayên malan
pesarên dilkeser
radizên rûbarên dirêj jî
raza sermesele
îraqa ku di neqeba me de tarî dibe
li nexşeya xewneke
ku hatiye dagirkirin
çirayên ku li ber
baranê dişikên razan
kêrên tazî yên ji
derewan filitî
metana di kana
madenê de û şeş karker
bo çiqlê dara ji
bejna te kiniktir bîranîn
elî jî raza di
xewna min de di dilqê îsa de
hemû kesên ku ji
jiyana ku erda mayînkirî ye direvin
li gel mûnzûra ji
hevdeh derên xwe xencerkirî
mirovên jiyana min
a çepverû yên xewnbirîndar
bibe lawirên
birîndar ên gerdûnê yên yek bi yek
bi min re raza ezel
û ebeda min jî
raza bi min re ew
tîqetîq li ser navê xewnereşkê
lawê ji jenandina
borîzana îsrafîl re dereng dimîne
bi oxirê ku hatiye
çilmisandin re qoser raza
bi qîrînên zangoçê
dengasûrî re laleş
bavê min bû bi
dengê xwe yê bêhn titûna qaçax
stêrka çilmisî ya
ku di qelşa şevê re direve
pêjna piyan li ser
peyarê û ê nizanim çi
raza bi min re
cîrana min a bedew ax jî
ax jixwe bi min re
radizê cîrana min a bedew
gava ku radizê
dipirse lê: pêçeka dîwaran jî
gelo ev jiyan e saw
û sepet e; dibêjî qey dîlemma
Werger: Lal Laleş – Kawa Nemir
Tanıtım metni:
“Bir insan
köprü kurar, bin insan geçer” diyor bir Özbek atasözü.
Lîs Yayınevi, şiirin ve çevirinin olanaklarıyla
dilleri birbirine kazandırmayı devam ediyor. Daha önce A. Telli, Ş. Erbaş, A.
H. İzgören ve M.Mungan gibi şairlerin seçilmiş Türkçe şiirlerini Kürtçe’ye
(Kurmanci) kazandırıp yayımlayan Lîs, Türkçe-Kurdî Poetika dizisinde bu kez
Mehmet Çetin’in Türkçe seçilmiş şiirlerini Lal Laleş ile Kawa Nemir’in çevirisi
ve "Pûşpera Gêlezan / Kirazların Haziranı" adıyla yayımladı.
"Pûşpera Gêlezan/ Kirazların Haziranı"
altı bölümden oluşuyor: ‘gülü gül ile
tartan kardeşlik baharını/ haber eylemek için günlere ve güllere’
dizeleriyle başlayan ilk bölüm, Mehmet Çetin’in ‘kitapsız’ yeni şiirlerinden oluşuyor.
‘Kekemece’, ‘Aşkkıran’, ‘Hatıradır, Yak Bu Fotoğrafı’ ve ‘Birağızdan’ adlı şiir
kitaplarından yapılmış seçmelerle, Mehmet Çetin’in 1988 yılında cezaevindeyken yayımlanan
ilk kitabı ‘Rüzgâr ve Gül İklimi’ne kadar giden bir şiir serüvenine tanıklık
sunuyor.
M. Çetin’in yirmi yılı aşkın Türkçe şiir birikimine,
izlek ve uğraklarına dair bütünlüklü bir okuma fırsatı sunan bu kitap, kendisi
de Kürt (Kırmanç) olan ve 20 yılı aşkındır ana dili Kırmancki’yle de yazan bir
şairin, 8 yaşında öğrendiği Türkçe ile ilişkisi bağlamında önem taşırken; şiirlerindeki
ses, imge örgüsü ve coğrafyası ile duygusal-düşünsel kaynakları üzerinden,
anadili Türkçe olmamasına karşın Türkçe yazan ama bunların ‘Türk Şiiri’ yerine,
‘Türkçe Şiir’ olarak tanımlanmasını öneren duyarlık ve dikkate de bir başka
açılım sunmuş oluyor.
Gotineke pêşiyan a Özbekan wiha
dibêje: “Mirovek pirek çêdike, hezar mirov di ser re derbas dibin.”
Weşanên Lîs, bi derfetên helbest û
wergeranê, xebata hevnêzikkirina zimanan didomîne.
Weşanên Lîs, ku berê jî wergera
Kurdî (kurmancî) ya helbestên bi Tirkî yên helbestkarên wekî A. Telli, Ş.
Erbaş, A. H. İzgören û M. Mungan di nav rêzeya Poetîka Tirkî-Kurdî de
weşandibû, vê carê jî, bi wergera Lal Laleş û Kawa Nemir, helbestên Tirkî yên
bijare yên Mehmet Çetin bi navê Pûşpera Gêlazan/Kirazların Haziranı weşand.
Pûşpera Gêlazan/Kirazların
Haziranı ji şeş beşan pêk tê: beşa yekem ku bi ristên, “Ji bo xeberdana bihara biratiyê ya ku gulê/bi gulê diwezinîne bo rojan
û gulan” dest pê dike, ji helbestên
Mehmet Çetin ên ku neketine pirtûkan pêk tê. Bi vê bijareyê, ji helbestên
Mehmet Çetin, ên ku ji pirtûkên “Bi
lalûteyî”, “Evînqelîn”, “Bîranîn e bişewitîne vî fotrafî”, “Biyekdengî”, “Ba û seqaya gulê” hatine bijartin, heta bi pirtûka wî ya yekem “Ba û seqaya gulê” ku di sala 1988an de
dema di girtîgehê de bûye hatiye weşandin, govaniya serboriya helbesta Mehmet
Çetin tê kirin.
Vê pirtûka ku der heqê danehev û
paşxaneya helbesta Mehmet Çetin a Tirkî û der heqê şoperê û guzergahên wî de
derfeta xwendineke tevahî dide mirov, girîngiya têkiliya helbestkar a bi zimanê
Tirkî re ku di 8 saliya xwe de hîn bûye û digel ku ew bi xwe jî Kurd e
(Kirmanc) û ji 20 salan zêdetir e bi zaravayê dayika xwe Kirmanckî dinivîse jî,
darî çavan dike; û di ser deng, hêma û cografyaya helbesta wî re, ji bo
hestyarî û baldariya kesên ku, zimanê dayika wan ne Tirkî ye û bi Tirkî
dinivîsin û li şûna Helbesta Tirk, pênasekirina Helbesta Tirkî pêşniyaz dikin,
aso û bergeheke dîtir derpêş dike.
PUŞPERA
GÊLAZAN/ KİRAZLARIN HAZİRANI
Mehmet Çetin, çeviri: Lal Laleş, Kawa Nemir
Lis, Poetika Dizisi, Ocak 2008
ISBN:978-975-6179-56-7
128 Sayfa
|